كوردستان

kurdish weblog

My Photo
Name:
Location: Melbourne, VIC, Australia

Monday, September 12, 2005

Beyannname dij bi alozkirinê
Rewşa gelê Kurd li bakorê Kurdistan

2005-09-11

Naveda Helebçe dij bi cînosayd û enfalkina gelê kurd/chak

Roj bi roj rewsha siyasî û serbazî li bakorê Kurdstan ber bi alozyê ve diçe. Xopêşandan û meşên gelê kurd bi rengek hovane û dûr li hemî pîvanên mirovayetî û yasayî besiv jêre tê dayin. Wezîrê karubarên hundurîn li Turkiyê dibêje emê xopêşandêran wek têrorîstan bihesibînîn. Eveş wê yekê di gehîne ku hukometa AKP dixwaze hêshta tundutîjyê dij bi gelê kurd bikar bîne.
Hukometa Turkî ke xwe bi dimokrasî dadinê, di praktîk de xuya kirye, ew dest ji gelê kurd naparêzin û bi sedan kes di nav zîndananên Tukiyê dene. Di nav wan kesan de zarok û ciwan jî têde ne. Ev kare jî dijî yasayên mafën zarok û ciwan û mirovane.
Em wek nevendek mirov dost û dij bi cînosayd, van kiryarên desellatdarên Turkiya şermezar dikîn û daxwaza azadkirina demûdest ya hemî zindanîyên siyasî û zarok û ciwanan, dikîn û daxwaz dikîn bi awayek serdemane bersiva daxazên xopêşandêran bê dayîn.
Her wesa daxwaz dikîn bersivek erênî ji bo agirbesê li Turkiya û bakorê Kurdistan bê dayîn û gavên aştiyane ji alayê metalên zindî ên dijî şer û kongira gel bi awayek erênî were wergirtin daku Turkiya û Kurdistan li malwêranyê xelas bibin.
Em li navenda Helebce /CHAK duristkirina partek nejad perest binavê (Yêketî hêzên neteweyî li Turkya) ke dijî rawestandina şerr û diyalogê ye di gel Kurd, bi gavek tirsinak û xeternak li qelem didîn, û ev yeke wê Turkîyê berev şerê nejad peristî û cînosyadê bibe.
Li ber vê yekê, dibe mirovdostên nav Turkiya û cihanê de beramber van pêşvechînên pirr tirs û xeternak, bê deng nemînin û daxwaza rawestandina şerr li bakorê Kurdistan û Turkiya bêtkirin û pirsa Kurd bi awayek dîmokratîk bê çareserkirin, dûr li şerr û tundû tîjî.


Navenda Helebçe dij bi enfalkirin û cînosayda gelê kurd/ chak
http://www.chak.info/
Chak_org@yahoo.com

0 Comments:

Post a Comment

Subscribe to Post Comments [Atom]

<< Home